Îlham Ehmed:Rûsya û Amerîka neçarin Fedraliya Rojava qebûl bikin

Di 17ê Adara borî de TEV-DEM sîstema Fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê ragehand.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Hevseroka Encûmena Sûriyê ya Demokratîk(ESD) Îlham Ehmed ragehand ku, Rûsya û Amerîka neçarin ku, fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê qebûl bikin.

Derbarê vê mijarê de,Hevseroka Encûmena Sûriyê ya Demokratîk(ESD) Îlham Ehmed di hevpeyvîneka xwe de ligel telefzyona Ozgur Gun ya ku li Amedê bexşa xwe dike, wiha got:"Eger em bo civînên kongreya Cenêv3 hatin vexwendin, em dê projeya xwe danûstandinan bikin. Cenvê bê me bi ser nakeve."

Ehmed aşkere kir ku, ji ber ku, Opozîsyona Sûriyê ti projeyên siyasî derbarê çareserkirina kirîza wî welatî de nîne, Rûsya û Amerîka neçarin projeya wan qebûl bikin.

Ehmed diyarkir ku, ew ji biryara ragehandina sîstema fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê venagerin ji ber ku, ew daxwaza gelê Rojava û Bakurê Sûriyê ye.

Di 17ê Adara borî de TEV-DEM sîstema Fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê ragehand.