Barzanî: Karê girîng bo me şerê DAIŞê ye

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, karê pêsî û girîn bo wan, pêwendiya ligel Bexda û şerê DAIŞ û teroristan e.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c270953f-7a0a-4eda-8dff-ae18be6518f2/Nechirvan%20Barzani.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, karê pêsî û girîn bo wan, pêwendiya ligel Bexda û şerê DAIŞ û teroristan e.

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî rêwresama îmezekirin û peymana deyn dayîna ji aliyê IFC ji rojnamevan re ragihand ku, ewa li Xurmatû dibe tiştekî nexweş e, divê hevrêzî ligel Bexda bê kirin bo çareseriya wê pirsgirêkê.

Ji roja 23 Nîsanê ve, çekdarên Heşda Şeibî li Xurmatûyê êrîşî li ser baregehên hêzên Kurdî kirin û şer di navbera hêza Pêşmerge û Heşda Şeibî li Xurmatûyê dest pê kir. Tevî ku agirbest jî hate ragihandin, lê rewşa Xurmatûyê ne cîgir e.

Barzanî diyar kir jî, îro karê pêsî û girîn li pêşiya wan û Bexdayê şerê li dijî DAIŞ û teroristan e.