Barzanî pîrozbahiya Pêşmergeyan dike

Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya serkeftina hêza Pêşmege di operesyona rizgarkirina gundê Beşîr ji destê DAIŞê de, pîrozbahiya hêza Pêşmerge kir.

K24 – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya serkeftina hêza Pêşmege di operesyona rizgarkirina gundê Beşîr ji destê DAIŞê de, pîrozbahiya hêza Pêşmerge kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di pêwendiyeke telefonî de ligel Fermandarê hêza 70 ya Pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mistefa, serkeftina hêza Pêşmerge di opoeresyona rizgarkirina gundê Beşîr ya di bin kontrola DAIŞê de pîroz kir û hêviya çakbûnê ji birîndarên Pêşmerge re xwast.

Gundê Beşîr ya ku 20 K.M li başûrê rojavayê Kerkûkê ye, duh hêza Pêşmerge operesyoneke berfereh bo rizgarkirina Beşîr kir, di 24 demjimêran de jî, Pêşmergeyan karîn Beşîr ji destê DAIŞê rizgar bikin.