Aliyên Kurdî û destûra Sûriyeya Pêşeroj

Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura 4ê Tebaxê destnişan kiriye ji bo amadekirina destûra Sûriya pêşerojê. Li ser erdê jî gelek hewldanên tekane ji aliyên siyasî yên Kurdî ve, ji bo berhevkirina destûrekê bo tevahiya Sûriyê têne kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/375a1a53-41e4-468f-a95e-288591be92aa/Destur%20Rojava.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura 4ê Tebaxê destnişan kiriye ji bo amadekirina destûra Sûriya pêşerojê. Li ser erdê jî gelek hewldanên tekane ji aliyên siyasî yên Kurdî ve, ji bo berhevkirina destûrekê bo tevahiya Sûriyê têne kirin.

Encûmena Damezrêner a sîstema federal li Rojava û Bakurê Sûriyê, kar li ser amadekirina reşnivîsa girêbesteke civakî dike, ku dê bibe mîna destûrekê bo hemû pêkhateyên ku li deverê dijîn.

Li gor serokatiya sîstema federal ewê hewl bidin ku destûreke nûjen berehev bikin, ta ku pejrandineke civakî, yasayî û nevdewletî bidest bixin

Hevserokê Encûmena Damezrêner a sistema federal li Rojava û Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm derbarê nivîsandina girêbesta civakî de ji K24ê re diyar û got: “Me 6 meh destnîşan bo amadekirina destûrê kirine, di hundirê vê demê de jî emê daxwaz û nerînên hemû pêkhateyan bistînin, piştî 6 mehan dê rapirsîneke giştî li ser reşnivîsa destûrê bê kirin.”

Endamên Komîteya Yasayî ya girêday Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) amaje dikin, ku wan hin nerîn û hizir li ser destûra Sûriya pêşerojê berhev kirine û di demeke nêzîk de ew komîte dê reşnivîsa destûrekê bo Sûriyeke federal amade bike.
Ji alîkiyekî din ve, mafnasên ENKSê hewl didin, ku rêkeftina ENKSê bi îtîlafa opozîsyonê re cihê xwe di destûra opozîsyonê de bigire.

Endamê Komîteya Yasayî ya ENKSê Mûaz Yûsif ji K24ê re got: “Bilgenameya di navbera me û Îtîlafê de hatiya îmzekirin, bêtir li ser pirsa mafên Kurdan yên netewî li Sûriyeya bê de û di çarçoveya peyman û belgenameyên navdewletî de be. Em hewl dinin ku ev xal di destûra Sûriya pêşerojê de peyda bibin. Em hêvî dikin ku hevparên me bi îmzeya xwe pabend bin.” 

Di asteke bilindtir de û di çarçoveya danûstandinên Cenêvê de Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura, meha Tebaxa 2016an wek dema dawî destnîşan kir, ji bo amadekirina destûra Sûriyê.

Lê li gor hin şopîneran ku helwesta rêjîm û opozîsyona Sûriyê li ser dijatiya mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê hevnêrîn in,
ne pêşbîn in, ku doza Kurdî li Sûriyê di çarçoveya destûrê de bê çareserkirin. Ji ber ku hêviyên Kurdên Rojava li jor pirsên destûrî re ne û nabe dengdan li ser bê kirin.