ENKS: Mafên Kurdan dê di destûra nû de cihê xwe bigre

Berpirsên ENKsê hêvîdikin ku, Itîlafa opozîsyona Sûriyê bi xalên belgeya niştimanî pabendbin.

K24-Qamişlo

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ragehand ku, wan nerîn û hizrên xwe li ser destûrê berhev kirine û ew dê demeke nêzîk de destûrekî amade bikin.

Derbarê vê mijarê Endamên Komîteya Yasayî ya grêdayî bi Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Mûaz Yusif ji K24ê re wiha got: Me nerîn û hizrên xwe derbarê destûra Sûriyê ya nû berhevkirine û di demeke nêzîk de dê amade bikin.

Yusif da zanîn ku, ew hawlên xwe dikin da ku, belgeya niştimanî ya ligel Itîlafa opozîsyona Sûriyê re imzekirin di di destûrê de cihê bigre.

Berpirsên ENKsê hêvîdikin ku, Itîlafa opozîsyona Sûriyê bi xalên belgeya niştimanî pabendbin.