Biro: Fransiyan tekezî li berdewamiya ENKSê di Cenêvê de kirin

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ligel Parlementoya Fransayê civiyabû. Serokê ENKSê jî dibêje ku perlementeran daxwaz ji ENKSê kir ku di danûstandinên Cenêvê berdewam be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ligel Parlementoya Fransayê civiyabû. Serokê ENKSê jî dibêje ku perlementeran daxwaz ji ENKSê kir ku di danûstandinên Cenêvê berdewam be.

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro derbarê serdana Parlementoya Fransayê de ji K24ê re ragihand ku, ew ji aliyê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlementoya Fransî hatibûn vexwandin. Şanda ENKSê jî nêrîna ENKSê derbarê rewşa Kurdî ji 50 salî de û rewşa Rojavayê Kurdistanê di dema şoreşa Sûriyê de ji perlementeran re xuyan kir.

Biro diyar kir ku di hevdîtinê de, ENKSê behsa pabendnebûna rêjîma Sûriyê bi biryarên navdewletî di danûstandinên Cenêvê de kir, herwiha nehevgirêdana opozîsyonê di nava xwe de jî.

Biro amaje kir jî, perlementeran derbarê derbasbûna Pêşmergeyên Rojava bo Rojava egera encamdana şerekî nevxweyî li Sûriyê, pirs kirin.

Biro got jî, Parlementerên Fransî tekezî li ser beşdarbûna ENKSê di nava opozîsyona Sûriyê de di danûstandinên Cenêvê de kir, ji ber ku biryarên navdewletî dê bêne standin û yê niha di danûstandinan de hevpar be, dê rola wî di pêşeroja Sûriyê de hebe.

Herwiha Biro aşkere kir jî, ku Wezareta Bergîriyê ya Fransayê jî xwastiye ku hevdîtinekê ligel ENKSê di rojên pêş de bike.