Şandeke Ewropî serdana Îmraliyê kir

Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Eworpayê (CPT) di 28-29'ê Nîsana sala 2016'an de serdana girava Îmraliyê kir û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pê kanî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Eworpayê (CPT) di 28-29'ê Nîsana sala 2016'an de serdana girava Îmraliyê kir û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pê kanî.

Şanda CPT ya ku ji 3 kesan pêk dihat, ji bo lêkolînkirina şert û mercên ku Abdullah Ocalan tê de dijî, serdana girtîgeha Îmraliyê kir.

Şanda CPT'yê piştî hevdîtina ligel Ocalan, derbasî Enqereyê bû li gel Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag û rayedarên wezreta derve ya Tirkiyê civiya.

Ji sala 1999'an ve ev cara 10emîn e, şanda CPT'yê serdana Îmraliyê dike. Di mehên pêşî de şanda CPT'yê dê hûrgiliyên serdana xwe ya li Îmraliyê bi raporekê belav bike.