Li Bakurê Kurdistanê Komkujiya Dêrsimê hat bibîranîn

Di komkujiya Dêrsimê de ji 50 hezarê zêdetir sivîl hatin kuştin û pîrê Elewî Seyîd Riza tevî kurê xwe û 7 hevalên xwe li Xarpûtê hat darvekirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e4c605ff-ffe2-4938-948c-727f6eaebef0/4%20-%205%20Gulan%20Dersim.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Şarevaniya Dêrsimê û Komeleya Jinûve Avakirina Dêrsimê, bi armanca bibîranîna Komkujiya Dêrsimê ya salên 1937 û 38an, li Dêrsimê çalakiya bibîranîn û konferansê dar xistin.

Bi armanca bibîranîna komkujiya Dêrsimê ya salên 1937 û 1938an li Meydana Seyîd Riza, bi pêşengiya Şarevanî çalakiyek hat darxistin.

Alî Ekber Aslaner, Serokê Komeleya Jinûveavakirina Dêrsimê li pêş peykera Seyîd Riza da xuyakirin, di salên 1937 û 38'dan de, li Dêrsimê bi hezaran kes hatine qetilkirin û Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan jî ev bûyer wek komkujiyê binav kiriye.

Derbarê vê mijarê Serokê Komeleya Jinûveavakirina Dêrsimê Alî Ekber Aslanere wiha jiK24ê re got:"Me jî ev gotinên Erdogan bi pankart û afîşan li hin derên Dêrsimê daleqandin lê Walî û Birêveberê Ewlekariyê, ev anîn xwarê. Li vê derê rastiyeke komkujiyê heye. Divê dewlet bi vê re rû bi rû bibe û ji gelê Dêrsimê lêborînê bixwaze."

Li jêr Meydana Seyîdriza, qeraxê Çemê Mûnzûrê, bi armanca bîranîna qurbaniyan mûmik hatin vêxistin. Her wiha xêrhatina beşdarvanên ku li derveyî welat hatine, hat kirin.

Yek ji beşdarvanan jî akademîsyen Norman Paech bû. Paech got, yekem car e ku tê Dêrsimê û ewê beşdarî konferansê jî bibe.

Derbarê vê babetê Akademîsyenê Almanî Norman Paech wiha ji K24ê re axifî:"Ev 20 sal in ku rastiyên herêmê dişopînim. Her tim min hevaltiya kurdan kir. Emê di konferansê de bûyerên dêrsimê ji kûr ve gotûbêj bikin da ku, careke din, Elewî bi bûyerek wiha re rû bi rû nemînin."

Bi dehan zanist, akademîsyen, rojnameger û rewşenbîrên ku ji welatên biyanê û Tirkiyê hatine beşdarî Konferansa 4-5ê Gulanê dibin.

Beşdarvan beriya konferansê çûn Zinarên Halborî ku, Artêşa Tirk li wê derê bi dehezaran sivîl kuştibûn û avêtibûn Çemê Mûnzûrê.

Di komkujiya Dêrsimê de ji 50 hezarê zêdetir sivîl hatin kuştin û pîrê Elewî Seyîd Riza tevî kurê xwe û 7 hevalên xwe li Xarpûtê hat darvekirin.