Rejîma Sûriyê li Hemayê neçarbû 30 girtiyan berde

Berî niha Artêşa Sûriyê xwast ku, 5 girtiyên siyasî ji zînadana Navendî ya Hemayê veguhêze zîndana Şêdnayayê, girtiyên zîndanê jî ev yek red kirin û hejmarek ji paswan û efserên zîndanê wek dîl girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî biserneketina kontirolkirina zîndana Parêzgeha Hema ya Navendî rejîma Sûriyê li gor rêkeftinekê di navbera wê û girtiyan de, 30 girtî berda û ew radestî Heyva Sora ya Sûrî kirin daku, wan veguhêzin navçeyên di bin kontirola çekarên Opozîsyona Sûriyê li bajarê El-Medîq.

Derbarê berdana wan girtiyan Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belavkir tê de wiha got: "Derendiya şevê din piştî kontirolkirina girtîgeha bajarê Hemayê ji aliyê girtiyan ve, rejîma Sûriyê neçarbû li gor rêkeftinekê di navbera wê û girtîyan de 200 girtiyan berde, di destpêkê de rejîmê 30 girtî radestî Heyva Sora ya Sûrî kirin daku, wan veguhêzin navçeyên di bin kontirola çekarên Opozîsyona Sûriyê li bajarê El-Medîq."

Berî niha Artêşa Sûriyê xwast ku, 5 girtiyên siyasî ji zînadana Navendî ya Hemayê veguhêze zîndana Şêdnayayê, girtiyên zîndanê jî ev yek red kirin û hejmarek ji paswan û efserên zîndanê wek dîl girtin.

Piştî wê bûyerê girtiyan zîndan kontrol kirine,  herwiha girtiyê ku, di odeyên bitenê de bûn jî rizgar kirin û vegerandin odeyên din.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirofan, ku, Artêşa Sûriyê  zîndana Navendî ya Hemayê dorpêç kiriye, bombeyên gaza rondikrêj  davêje zîndanê lê hawlên kontirolkirina wê bi ser neketin.