Birîtanîya hêz ên zêdetir dişîne Kurdistan û Îraqê
K24- Hewlêr
Wezaret a Berevanî ya Berîtanîyayî, ragehand ku wan biryar daye bi sedan rawêjkar ên din yên serbazî bişînin Îraqê û Herêm a Kurdistanê. Ev jî piştî ku Emerîkayê daxwazî ji welat ên Ewrûpayê kirî û bi taybet Birîtanîyayê kirî, rolek a mezintir hebin di şerr ê Daişê de.
Di ragehandinekê de wezret a berevanî ya Birîtanîyayê ragehand: Bo zêdetir harîkarîkirin a Îraqîyan li şerr ê dijî Daişê, Me biryar daye bi sedan rawêjkar ên serbazî yên din bişînîn Îraq û Herêm a Kurdistanê.
Li gor ragehandin a wezaret a bervanî ya Birîtanîyayê, Maykil Falon, wezîr ê berevanîyê li ser hinartin a rawêjkar ên serbazî yên welat ê xwe bo Îraqê danûstandin li gel hevta yê xwe yê Emerîkayî ,Aştin Karter kirîye û pê re ragehandîye ku Birîtanîya amadeye zêdetir harîakarî ya Hêz a Pêşmerge û sûpa yê Îraqê bike daku pirose ya ji navbirin a rêkxistî ya Daişê li Îraq û Surayê bi leztir bibe.
Herweha wezîr ê berevanî ya Birîtanîyayê ragehand: Bi eger a hêriş ên asamanî yên Hevpeyamanan, nêzîkî 600 çekdar ên Daişê tenê di meh a burî de hatîne kuştin, herweha li sal 2014 li Îraq û Suryayê nêzîkî 25 hezar çekdar ên Daişê hatîne kuştin.
Birîtanîya yek ji wan welat ên endam di Hevpeymanî ya Nêvdewletî dijî Daişê û bi merm a meûq û rahînanê bi hêz ên Pêşmerge û Supa yê Îraqê heya niha nêzîkî 300 rahêner û rawêjakar ên serbazî li Herêm a Kurdistanê heye.