“Pêwîst e Amerîka cîgirêyekê ji Sykes – Picotê re amade bike”

Sedsal di ser peymana Sykes – Picot re derbas dibe, rojnameya “Washington Post” ya Amerîkî raporteke taybet bi pêşeroja Iraq û Sûriyê bilav dike û tê de hatiye ku, pêwîst e Amerîka û welatên bihêz yên cîhanê cîgirêyekê ji peymana Sykes – Picot re li Iraq û Sûriyê amade bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sedsal di ser peymana Sykes – Picot re derbas dibe, rojnameya “Washington Post” ya Amerîkî raporteke taybet bi pêşeroja Iraq û Sûriyê bilav dike û tê de hatiye ku, pêwîst e Amerîka û welatên bihêz yên cîhanê cîgirêyekê ji peymana Sykes – Picot re li Iraq û Sûriyê amade bike.

Rojanameya “Washington Post” ya Amerîkî, taybet bi derbasbûna 100 salî di ser peymana Sykes – Picot re raportekê belav dike û tê de bûyerên dawiyê yên Iraq û Sûriyê û welatên din yên Rojhilata Navîn amajeyek e ron û zelal e, ku ew peyman nemaye, Rojhilata Navîn jî pêwîstiya wê bi peymaneke din ya nû heye.

Nivîskarê wê raportê ku rojnamevanekî navdar ya Amerîkî ye David Ignatius, berî çend hefteyan li Başûrê Kurdistanê kiribû û çend raport li ser pêşeroja Iraq û nexşeya Rojhilata Navîn nivîsîbû.

Di raporta Ignatius de hatiye, ku niha Iraq û Sûriyê li ser erdê dabeşkirî ye û li herdu welatan tiştek binavê hikûmeta navendî nemaye.

Di daxuyaniyekê de ligel rojnameya “Washington Post” de Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê pêşeroja Iraqê de dibêje: “Bû 100 sal sîstemek li Iraqê hatiye danan, ku şikestî bûye, ji ber ku Iraq li ser bingeheke rast nehatiye damezrandin, lê li ser berjewendiya welatên bihêz hatibû ava kirin. 100 şikestxwarin bes e, pêwîst e em hizr bi rûyeke din ya nû bikin.”

Di raporta Ignatius de hatiye jî, Cîgirê Duyem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Berhem Salih li ser pêşeroja Iraqê dibêje: “Ew sîstema ku di sala 2003an de Amerîkayê li Iraqê ava kiriye, berve hilweşandinê dere. Niha serdemeke nû hatiye û du rê hene. Yekem şikestin û wêrankirin, yan jî hemû li ser destûreke nû lihev dikin, ku Iraq bibe  Nenavendî û sîstema Konfederalizmî  .”

Her di raporta “Washington Post” de hatiye, ku axaftin ligel piraniya serkirde û siyasetmedarên Kurd û Sune kiriye, hemûyan jî baweriya bi dabeşbûnê hebûye. Herwiha ku niha dem hatiye ku Amerîka û welatên bihêz ligel hevpeymanên xwe li Iraq û Sûriyê baxivin, bo cibicîkirina cîgirêyekê ji peymana Sykes – Picotê re.

Rojnameya “Washington Post” li dawiyê nivîsiye, pêwîst e Amerîka piştevaniya referandûma Herêma Kurdistanê bike, ku biryar e berî hilbijartinên Amerîkayê yên meha Mijdara îsal de, birêve biçe. Lê bi mercekê ku ew prose piştî rêkeftina ligel Bexdayê bê encamdan.

Rojnameya “Washington Post” aşkere dike jî, ku çendîn berpirên Sune û Şîeyên Iraqê wek Herêma Kurdistanê, herêmeke Sunî li navîn û herêmeke Şîyî li başûrê Iraqê dixwazin.