Li Êlihê doza "Xwerêvebirinê" dest pê kir

Li Êlihê runiştina 1. ya doza 56 kesên ku ji ber biryara "Xwerivebirinê" têne darizandin dest pê kir. Di nava wan kesên têne darizandin de rêvebirên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Partya Demokratîk a Gelan (HDPê) jî hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Êlihê bi hinceta ragihandina xweseriyê ya 15ê tebaxa 2015an, doza 56 kesên ku di nava wan de hevşaredarên Êlihê yên berê Sabrî Ozdemîr û Gulistan Akel  û  Serokê DBPê yê berê Mehmet Candemîr jî hene dest pê kir.

Doz bi hinceta ew kesên xweserî ragihandine "Dixwazin Dewletê Parçe bikin" tê meşandin. Herwiha derbarê her 56 kesan cezayê heta hetayê te xwestin.

Runiştina dozê heya sê rojan dê berdewam bike.