Tê pêşbînî kirin di 7ê vê mehê de 270 girtî serbest bên berdan

Li gor biryara lêborînê hemû kesên ku, berî 4ê Nîsana borî bi tometan hatine girtin dikarin sûdê ji vê biryarê werbigrin.

K24-Navenda Nûçeyan

Tê pêşbînî kirin ku, di 7ê vê mehê 270 girtî li gor lêborîna Giştî ya ku, ji aliyê Hevserokatiya Kantona Cizîrê berî niha biryar li ser dayî serbest bêne berdan. Yên din jî di piştî wan serbest bêne berdan.

Derbarê berdana wan girtiyan Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, di 7ê vê mehê  270 girtî li gor lêborîna Giştî ya ku, ji aliyê Hevserokatiya Kantona Cizîrê berî niha biryar li ser dayî serbest bêne berdan.

Beriya du rojan Dadgeha Gel li bajarokê Girkê Legê 5 girtî ji zandêdên xwe li gorî lêborîna giştî serbest berdan.

Berî niha hevserokên Kantona Cizîrê Hêva Erebo û Şêx Himêdî Deham El-Hadî biryara lêborîna giştî pesendkirbûn.

Li gor biryara lêborînê hemû kesên ku, berî 4ê Nîsana borî bi tometan hatine girtin dikarin sûdê ji vê biryarê werbigrin.