Çima jin ên Êzdî divên bibin Pêşmerge?
K24- Hewlêr
Di dem a hêriş a Daişê bo ser Şengarê û gund ên Kurdnişîn ên deverê, li sal a 2014yê, hijmarek a jin û keç ên Êzdî li dijî çekdar ên Daişî destdan çekan û pişkek bûne Pêşmerge û niha di enî ya pêşîyê de ne li şerr.
Esîme Zahir, ku yeke ji xal ên pişkinînê ye li çeper ên bakûr a Musilê, bo ajans a nûçe ya Royterzê re gotîye: Heşt kes ji hevsû yên me birin û min dît ku zaro yên wan kuştin.
Ew kiç a Êzdî jî yê wê 21 sale û kinc ên serbazî li bere, ser bi yekeyek a jinane li hêz a Pêşmerge yên Kurdistanê, ku rolek a mezin dîtîne li şerr ê Daişê.
Ew kiç û jin ên di vê hêzê de , hemûyan yek aramanc hene, ew jî tolevekirine ji çekdar ên Daişê beranber wê sitem û destdirêjî ya kirîne ser jinan.
Esîme dibêje: Çekdar ên Daişê mam ê min kuştin û hevser a wî jî birin ku tenê 8 roj bû wan hevsergîrî kiribûn. Niha hevser a mam ê min di dest ên çekdar ên Daişê de ye.
Herweha got: Heya niha di şerran de min dû çekdar ên Daişê kuştîne û ez di şerrekê de birîndar bûme li sal 2014yî.
Hesêbe Newzad, ku serkirde ya evê yeke ya jin ên Pêşmerge ye, jî yê wê 24 sale û dibêje: Dem a Daiş hatîye deverê, ez û hevser ê xwe li Turkîyayê dijîyayîn, lê dem a min rewş bi vî awayîç dîtî, ku sitem li xuşk ên min ên Kurd dihên kirin, ez neşyam qibûl bikim û ez vegerîyam û min îek helgirt.
Herweha got: Jîyan a xwe ya taybe min daye alîyekê û ez hatîme mil bi mil ên xweşk ên xwe yên Pêşmerge li dijî dijmin bicengim.
Hebûn a ev jin ên Pêşmerge, bi temamî vajî ya nerîn civak a parêzgere beranber jinê, ku weha dibîne divê jin li mal bimîne.