PDK: Bo encamndana referandûmê gavên xurtir bikin

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) biryar da, bo encamndana referandûmê gavên xurtir bikin.

K24 – Hewlêr

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) biryar da, bo encamndana referandûmê gavên xurtir bikin.

Bi serpereştiya Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Masûd Barzanî, îro serkirdeyatiya PDKê civiya û di dawiya civînê de, PDKê bi daxuyaniyekê ragihand, di vê rewşa siyasî û leşkerî li Iraqê de, xelkê Kurdistanê bi giştî û aliyên siyasî bi taybetî divê amade bin bo rûbirûbûna hemû erkan.

Di daxuyaniya PDKê hat, ku rewşa navdewletî, Herêm û Kurdistanê bo biryardana awayê pêkvejiyana gelê Kurdistanê li Iraqê guncaw e.

PDKê amje kir, bo wê yekê divê, gavan bo encamdana referandûmê xurtir bikin,  bi awayekî ku bi ligel bilezbûn û rewş û bûyeran bin, ji bo ku xelkê Kurdistanê biryara çarenûsa xwe bide.

Herwiha di daxuyaniyê hat, proseya siyasî li Iraqê her diçe aloztir dibe, herwiha heybeta dezgehên Iraqî nemaye ji ber ku destûr nebûye bingeha kar, her dezgehek li gor berjewendiya taifî û siyasî tê birêvebirin.

Ji aliyekî din ve, rûbirûbûna DAIŞê ji aliyê hêza Pêşmerge bi piştevaniya gelê Kurdistanê yê xweragir û hêza Hevpeymaniya Navdewletî mijarên din yê civîna serkirdeyatiya PDKê bûn.