Nexşeya Sûriyê çawa li hêzên şerker parve dibe?

Nexşeyeke nû ji navçeyên di bin kontrola aliyên şerker de li Sûriyê ji aliyê navnda “Cisûr” ya bi ser opizisiyona Sûriyê ve derketiye. Li gor wê nexşeyê DAIŞê rêjeya herî bilind ji xaka Sûriyê ku ji sedî 49 kontrol kiriye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9c3d2347-4298-425d-8438-5de4e6b21148/Dabeshkirina%20heze.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Nexşeyeke nû ji navçeyên di bin kontrola aliyên şerker de li Sûriyê ji aliyê navnda “Cisûr” ya bi ser opizisiyona Sûriyê ve derketiye. Li gor wê nexşeyê DAIŞê rêjeya herî bilind ji xaka Sûriyê ku ji sedî 49 kontrol kiriye.

Rêjîma Sûriyê ji sedî 27. Hêza Sûriyeya Demokrat (HSD) ku YPG beşaeke sereke wê hêzê ye, ji sedî 15 kontrol kiriye.

Artêşa azad, Eniya el-Nurse û komên bi ser opozîsyonê ve tenê  ji sedî 8 ji xaka Sûriyê kontrol dike.

Lê li gor navçeyên çalak wate navçeyên ku xelk lê dijîn, herweha dergehên sînorî, firokexane û benderên deryayî li xwe digire hevsengiya kontrolkirinê tê guhertin, ku bi vê yekê rêjeya DAIŞê kêm dibe û wek ya hikumetê lê tê, ku dibe ji sedî 15.

Li gor nexşeyê ku behsa dabeşkirina hêzê dike di meha Nîsanê de bi vî awayî ye.

-        Prêzgeha Idlibê bi temamî di destê opizisiyonê de ye.

-        Parêzgeha Tertûs bi tememî di destê rêjîmê de ye .

-        Parêzgeha Hesekê rêjeya herî bilind di destê HSDê de ye, ku ji sedî 84 kontirol dike û ji sedî 13 di destê daiŞê de ye, tenê ji sedî 3 di bin kontrola rêjîmê de ye, ti hebûna opizisiyonê jî li wê parêzgehê nîne. Hebûna HSD jî li deh parêzgehên din yên Sûriyê tune ye.

-        Dêrezor , rêjeya herî mezin DAIŞ Kontrol kiriye ku ji sedî 98 e, HSDê jî ji sedî 2 ye.

-        Parêzgeha Reqa ji sedî 75 di destê DAIŞê de ye , ji sedî 25 di destê HSD de ye.

-        Parêzgeha Quneytira ji sedî 79 di destê opizisiyonê de ye û ji sedî 19 di destê rêjîmê de ye. DAIŞ jî ji sedî 2 kontrol dike.

-        Parêzgeha Heleb, ku niha şer e ji sedî 49 DAIŞ control dike,  ji sedî 24 di destê HSDê de ye, ji sedî 16 di destê opizisiyonê de ye, rêjîm jî tenê ji sedî 11 kontirol dike.

-        Parêzgeha Himsê, rêjeya bilind di destê DAIŞê de ye ku  ji sedî 74 kontrol dike. Ji sedî 24 di destê rêjîmê de ye, tenê ji sedî 2 di bin kontrola opizisiyonê de ye.

-        Dîmeşqa peytext, ji sedî 89 di bin desthilata rêjîmê de ye, opizisiyon tenê ji sedî 10 kontrol dike, ji sedî 1 jî DAIŞ kontrol kiriye.

-        Parêzgeha Rîfdîmeşq, ji sedî 74 di destê  rêjîmî de ye, DAIŞ ji sedî 21, opizisiyon jî tenê ji sedî 5 kontrol dike.

-        Parêzgeha Siwêda rêjeya herî bilind di destê Hikûmetê deye ku 93 ji sediye, û rêxstina Daişê 5 ji sedî , û opizisiyonê 2 ji sedî.

-        Parêzgeha lazqiyê   95 jê di destê rêjîmê de ye, ji sedî 5 di bin kontrola opizisiyonê de ye.

-        Parêzgeha Hemayê  ji sedî 52di destê rêjîmê de ye, ji sedî 33 di destê DAIŞê de ye, ji sedî 15 jî opizisiyonê control kiriye.

-        Parêzgeha Dera, rêjeya herî mezin di destê opizisiyonê de ye ku ji sedî 64 e, rêjîm ji sedî 30, DAIŞ ji sedî 6 kontrol dike.