Xelkên Mebrûka tevî nebûna xizmetguzariyê vedigerin cihên xwe

Piştî koçberiya 2 salan, xelkên bajarokê Mebrûka yê ser bi Serê Kaniyê ve, li malên xwe vedigerin, lê ji ber nebûna av û kehrebê û girtina dibistan û navedên tenduristiyê gazinan dikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4d4f088b-c5f6-43dc-9c1a-5f9ef7e0ec6c/mebruka-seri%20kaneyi.ism/manifest

K24 – Serê Kaniyê  

Piştî koçberiya 2 salan, xelkên bajarokê Mebrûka yê ser bi Serê Kaniyê ve, li malên xwe vedigerin, lê ji ber nebûna av û kehrebê û girtina dibistan û navedên tenduristiyê gazinan dikin.

Welatiyê bi navê Ebdilrehman derbarê jiyana xwe de ji K24ê re axivî û got: “Em bi salan li çolan digerîyan. Zarokên me ji nexeşiyan mirin. Em niha vegeriyan, lê her tişt wêrankirî ye. 12 odeyên me hebûn, yek ji wan nemaye. Dibistan jî tune ye, zarokên min bûne 10 salî û nizanin binivisînin, ta bi navenda tenduristiyê ji dervî xizmetê ye.”

Ta niha nêzîkî 40 malbatî ango rêjeya 50 % ji ekençîyan li devera Mebrûkayê vegerya ne, Desteya Hundirîn ya girêdayî Rêveberiya Xweser navendeke asayişê li navçeyê ava kiriye, da ku karûbarên çivakî û ewlehiyê be rê ve bibe.

Ji aliyê xwe ve, endamê Asayeşa Rojava ji K24ê re got: “Me kemyonek tije mayîn li cem sewamiê genim rawestandiye, moziyên wan li pêşî, dawî û nava gund hebûn. Nava mayinekê û mayinekê de mitroyek bû. Em naxwazin ziyan li kesekî bibe, ji ber ku hîn mayin li erdê hene û malbata ku vedigere, em li pêşiya wan dikevin hindir ji bo tiştek bi zarokan neye.”

Meha Cotmeha 2013an,  çekdarên DAIŞê bajarokê mebrûka kontrol kir. Bi sedma giringiya cihê Mebrûka, ku dekeve navbera Serê Kaniyê û Kobanê de, ew dever weke xalke leşkerî hat ragihandin, ji wê jî  xelkên navçeyê koçber bûn.