Li Tirkiyê Festîvala Fîlmên Elmanî dest pê kir

Festîvala KINOyê ya sala 2016an piştî Enqerê di 14ê Gûlanê de li bajarê Tirkiyê Eskîşehîrê dê dest pê bike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/430bf553-9639-4189-8d8a-c78cfca304c2/FestivalaFilmenAlmani.ism/manifest

K24-Enqerê

Li paytexta Tirkiyê Enqerê, Festîvala Fîlmên Elmanî dest pê kir û ev festîval bi piştevaniya German Films ve Goethe-Institutêyên Elmanyayê li Tirkiyê tê li dar xistin.  Festîval di meha gûlanê de dê berdewam bike. Herwiha temaşevan, dikarin ji bilî filman beşdariyê di çalakiyên atolyeya çapemeniyê de jî bikin.

KINO di 2016an de dest pê kir. KINO di zamanê Elmanê de tê wateya sînemayê. Ji ber vê yekê di şûna festîvala fîlmên Elmanî de, KINO tê bikaranîn. Li Tirkiyê 2yemîn a KINOyê dest pê kir. Piştî Stenbolê ev organîzasyon çalakiya xwe li Enqerê didomîne. Festîval bi hevkariya 27mîn a Festîvala Fîlmên Navneteweyî tê lidarxistin. Di festîvalê de ji bilî filmên dirêj kurtefîlm jî cih digirin.

Derbarê vê mijarê Kuratorê Fîlmên Elmanî Engîn Ertan wiha ji K24ê re got: "Em fîlmên Elmanî yên xelat wergirtine bi riya vê projeye dibin welatên cûda cûda ji bo temaşekirinê. Di festîvalê de di heman demê de fîlmên nûjen cih digirin. Amanca me ew e ku em bi riya van fîlman çanda Elmanî bidin naskirin."

Di serdema festivalê de çalakiyên wekî Belgefîlmên înteraktîf, Atolyeya Lihevanînê, Atolyeya Guhdarkirin û Mêşandinê, Atolyeya Tevgera Kamera û Sekansên Planan dê werin sazkirin. Temaşavan jî li gorî xwestinê dikarin beşdarî di van çalakiyan de pêk bînin. Herwiha derhêner, kamereman û akademîsyenên navdar yên Tirkiyê jî tevlî van atolyeyên ku hatine sazkirin dibin.

Temaşavan dikarin hin fîlman bi derhênerên fîlman re jî temaşe bikin. Wek mînak derhênerê filmê "Derewên Kuştî" bi temaşavanan re filmê xwe temaşe kir û di dawiya fîlm de jî bersiva pirsên temaşevanan da.

Derhênerê "Derewên Kuştî" Sebastian Ko  nerîna xwe ji K24ê re wiha anî ziman: "Min di vî fîlmî de qala malbata ku ji hev cûda dibe, rewşa wan û zarokên wan kiriye. Dema ku dê û bav ji hev cihê dibin, zarok mexdûr dibin. Di fîlm de keçik ji bo xemgîniya xwe dê û bavê xwe sûcdar dike û bi derewekê hem jiyana malbatê û hem jî jiyana mirovên din tevlî hev dike . Di fîlm de ez qala her kêmtirbûna hejmara malbatên zewicî dikim û têkçûna nirxên balbatî yên Elmanan dikim. "

Festîvala KINOyê ya sala 2016an piştî Enqerê di 14ê Gûlanê de li bajarê Tirkiyê Eskîşehîrê dê dest pê bike. Herwiha ev festîval dê di Mijdara 2016an de jî li bajarên wek Dîyarbekir û Îzmîrê jî derkeve pêşberî temaşevanan.