Kiliçdaroglu: Dûrxistina Davutoglu rêznegirtina 23 mîlyon deng e

Serokê giştî yê Partiya Komara Gel (CHP) dibêje, dûrxistina Serwokwezîr rêznegirtina 23 mîlyon dengên gel e û bi vê bingeha sîstema dîktatorî tê amadekirin.

K24 – Enqere

Serokê giştî yê Partiya Komara Gel (CHP) dibêje, dûrxistina Serwokwezîr rêznegirtina 23 mîlyon dengên gel e û bi vê bingeha sîstema dîktatorî tê amadekirin.

Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu li Enqerê, beşdarî civîna şaredarên partiya xwe bû û derbarê dûrxistina Serokwezîr Ahmed Davutoglu de axivî û got: "Hikûmeta me rewa hebû. Davudoglu bi 23 mîlyon dengan, li gor destûr û qanûnan bû serokwezîr. Gelo di 4'ê Gulanê de li gor kîjan pîvana demokratîk û destûrê Davutoglu ji erkê hat dûr xistin.”

Kiliçdaroglu berdewam kir û got: “Heta duhî, her tim digotin îradeya netewî, îradeya netewî... Li ku ma îradeya neteweyî. Nirxê 23 mîlyon dengan li ba wî sifir e. Ev derbeya Koşkê ye. Yên derbe amade kirine diyar in, yên serê xwe tewandine diyar in. Diviyabû Davutoglu berê xwe dabe û xwedî li wîna gel derketibe.”

Kiliçdaroglu axafina xwe berdewam kir: “Ev mijar ne karê nava partiye. Kêşeya demokrasî û Destûrê ye. Ev hemû bi armanca amadekirina bingeha dîktatorî tên kirin. Dawûdoglu ji paş ve hat xencerkirin û xencerkirin, nîşaneya bêbavî ye."