Li Tirkiyê egera hilbijatineke pêşwext heye yan na?

Li Tirkiyê, piştî Serokwezîr Ahmet Davutoglu biryar da, ku dest ji erkê xwe berde, nîqaşên li ser hilbijartinan jî dest pê kirin. Siyasetmedar dibêjin, di demeke nêz de hilbijartin tune ye. Lê belê piştî hilbijartina Serokê Giştî yê AKPê û Serokwezîrê nû, dê ev mijar jî zelal bibe.

K24 – Engere

Li Tirkiyê, piştî Serokwezîr Ahmet Davutoglu biryar da, ku dest ji erkê xwe berde, nîqaşên li ser hilbijartinan jî dest pê kirin. Siyasetmedar dibêjin, di demeke nêz de hilbijartin tune ye. Lê belê piştî hilbijartina Serokê Giştî yê AKPê û Serokwezîrê nû, dê ev mijar jî zelal bibe.

Li Tirkiyê nîqaşên li ser çûna Serokwezîr Ahmet Davutoglu berdewam dikin. Li aliyekî çûna Davutoglu wekî darbeyekê li hemberî pergala parlamenteriyê tê nirxandin, li aliyê din egera hilbijartineke pêşwext tê nîqaşkirin.

Siyasetmedar li ser vê yekê hemraye ne, ku piştî Kongreya Awarte ya AKPê ku di 22ê Gulanê de dê pêk were, mijara hilbijartina pêşwext jî zelal bibe. Ango ew profîla serokwezîrê nû ku ev yek zelalkirina pergala serokatiyê ye dê mijara hilbijartinên pêşwext jî bi encam bike.

Herwiha parlamenterên ku ji K24ê re jî axivîn, diyar kirin ku dive prosesa ji navçûna AKPê de egera hilbijartineke pêşwext kêm bûye.

Parlamenterê HDPê Muslim Dogan ji K24ê re axivî û got: "Di nava AKPê de komîbûneke ber bi çav heye. Divê komîbûnê de tengasiyek heye. Ev yek di dengdayîna rakirina parêzbendiyan de dê xwenîşan bide. Qutbûneke berbiçav heye. Lê, benê partiyê di destê Serokomar Erdogan de ye û niha ew nehêle ev qutbûn derkeve holê. Egera hilbijartineke pêşwext heyel ê ev ne di demeke nêz de ye."

Parlamenterên CHPê jî dibêjin Serokomar Erdogan dê guhertina destûrî ya bo danîna "Pergala Serokatiyê" bipaş bixe. Ji ber ku Erdogan dixwaze heta 2019an serokomariyê bike û paşê 2 heyaman li ser hev jî serokatiyê bike. Herwiha CHP ji egera hilbijartineke pêşwext jî bawer nake û diyar dike ku êdî bo Erdogan, serokwezîr ne wek astengiyekê ye, ji ber ku êdî wêserokwezîrekî ji fermana wî dernekeve, hebe.

ParlamenterêCHPê Mehmet Tum jî dibêje: "Kî were bila were, ewê ji Davutoglu ne cudatir be. Dê ne bi destê xwe be, ew serokwezîrê nû jî, mîna Davutoglu. Ji xwe serokomar di pratîkê de serokatiyê dike, bi tenê nave wê nedaniye. Xeyala wî jî ev e jixwe. Dixwaze benê her tiştî di destê wî de be."

Li aliyê din, parlamenterên AKPê dibêjin gelekî zû ye, ku yek behsa hilbijartinên pêşwext bike. Her du parlamenterên AKPê Şamil Tayyar û Mehmet Metiner, îdia dikin ku partiya wan partiyeke têrsazbûyî ye û ti saziyeke wan ya xwedî ra ye, li ser vê mijarê, nirxandinek nekiriye.