Bo şerê li dijî DAIŞê Tirkiyê derbasî Sûriyê dibe

Sererkanê Tirkiyê beriya çend rojan serdana Kilîsê kir û fermana astengkirina topbarana DAIŞê dabû.

K24-Navenda Nûçeyan

Hêzên operasyonên taybet yên Tirkiyê 14 kîlometre sînorê Sûriyê derbas kirin û hemberî DAIŞê operasyon pêk anîn.

Li gorî nûçeyên ku di medyaya Tirkiyê de cih girtine, 20 endamên hêzên operasyonên taybet, li bakurê Suriyê hemberî DAIŞ'ê operasyon pêk anîn.

Hat ragehandin, piştî amadekariya 10 rojan, şeva borî ev operasyon hat kirin û hêzên taybet 14 kîlometre derbasî axa Sûriyê bûn.

Di demên dawî de, topbaranên DAIŞ'ê ser Kilîsê zêde bûbûn.

Sererkanê Tirkiyê beriya çend rojan serdana Kilîsê kir û fermana astengkirina topbarana DAIŞê dabû.