Rêveberiya Şaxa Diyarbekirê ya ÎHDê hate hilbijartin

Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Civîna xwe ya 14'mîn ya Giştî ya Asayî pêk anî û rêveberiyeke nû hilbijart. Serokê ÎHDê yê Diyarbekirê Racî Bîlîcî got; "Ji Tîrmeha 2015'an ve weke ku li Tirkiyê dojeh heye û ji wê mehê heta îro li Bakurê Kurdistanê di pevçûnan de herî kêm 350 kesên sivîl û derdora hezar çekdarên nêzîkî PKKê û endamên hêzên ewlekariya Tirkiyê canê xwe ji dest dane".

K24 – Diyarbekir

Civîna Asayî ya ÎHD'ê îro (08.05.2016) li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê li demjimêr 11.00ê destpê kir. Parlementerên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) nûner û rayedarên Partiya Herêman ya Demokratîk (DBP), Rêvebir û Endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)ê, hiqûqnas, Dayîkên Aştiyê û hejmareke xelk beşdarî civînê bûn. Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, ragihand ku dema têkoşîna wan bi serfirazî bi encam bû, dê hingê kujer bêne darizandin.

Serokê Şaxa Diyarbekirê yê ÎHDê Racî Bîlîcî jî got; hêviyên çareseriyê ji ber berjewendiyên kesayetî berhewa bûn, li Tirkiyê û jiderveyê Tirkiyê Kurd weke dijman hatin dîtin. Bîlîcî amaja bi yekê kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê azadkirin.

Hevserokê Giştî yê DBP Kamuran Yuksek jî wiha axivî: "Heger ku ÎHD nebûya dê tarîtiya li ser gelek komkujiya li Bakur ronî nebûya."

Piştî ku raporên xebat û aboriyê hatin xwendin rêveberiya nû hate hilbijartin.