ENKS girtina endamên wê ji aliyê asayişê ve şermezar dike

Sikreteriya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de karyarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li hemberî miletê Kurd şermezar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sikreteriya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de karyarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  li hemberî miletê Kurd şermezar kir.

Di daxuyaniya Sikreteriya Giştî ya ENKSê de hat, Serokê XwecihIya ENKSê yê Rojhelatê Qamişlo Şemdîn Nebî ji aliyê Asayişa Rojava ve hate girtin û rastî îşkenceyê hat. Herwiha piştî serbestberdana Nebî jî ji aliyê ji aliyê hin kesên çekdar ve gefa kuştinê lê hate xwarin, heger li ser rûpelên tûra civakî binivîse.

Sekreterya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de, ev kar şermezar kir û bang li hemû rêxistinên pêwendîdar kir, weke rêxistinên mafên mirovan fişarê li ser PYDê û TEV-DEMê bikin, da ku nema kiryarên ji vî rengî di li hemberî miletê Kurd bike.

Li gor sekirdeyên Partiya Demokratiya kurdistanê – Sûriya (PDK-S) jî radigihîne, ku ji bêhtir ji 20 endamên wê di zindanên Asayişa Rojava de hîn girtî ne.