Infografiyek derbarê nexweşxaneyê armanckirî li Sûriyê

Di 4ê vê mehê agirbest bajarê Helebê jî li xwe girt û heta niha berdewame.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8ae55ef4-864f-4970-8222-de9d3d231889/enfogaraphic.ism/manifest

 

K24-Navenda Nûçeyan

Ji dest pê ka şerê li Sûriyê gelek navend û nexweşxane hatin topbaran kirin, hijmarek ji wan li bajarê Helebê û derdora wê bûn.

Nexweşxaneyên ku, bi temamî hatine hilweşandin û jinavbirin:

1-Navenda Tel Rifet a şûştina Gurçikan ku, di 8ê Çileya pêşî ji aliyê rejîma Sûriyê ve hate armanc kirin û topbaran kirin.

2- Navenda Tel Rifet a pêdawîstiyên Taybet.

3- Nexwexaneya Tel Rifet a Gerok.

4- El-hadir û El-Îsa ku, dikevin başurê bajarê Helebê û di bin kontirola opozîsyona Sûriyê de ne, ji aliyê firokeyên Rûsyayê ve hatin topbaran kirin, di encam de hejmarek ji karmendên tendirûstî yên wan her du navendan birîndarbûn.

5-Nexweşxaneya Mesqan dikeve bakurê Helebê di 21ê Çileya pêşîn sala 2015an hete topbaran kirin, tê de birîndarên Opozîsyona Sûriyê dihatin derman kirin.

6- Nexweşxaneya El-Qûds, ew nexweşxane li Navenda bajarê Helebê ye li taxa El-Sûkerî, herwiha dibin kontirola opozîsyona Sûriyê de ye, rêxistina "Pizîşkên sînor nenas" piştgiriya wê nexweşxaneyê dikirin, di 28ê Nîsana borî ji aliyê rejîma Sûriyê û Rûsyayê ve hate bombebaran kirin, tê de pizîşkê bi navê Mihmed Wesîm Meaz ku, dawî pizîşkê zarokan li wê taxê dima li gel 50 kesên sivîl hate kuştin.

7-El-Dubêt, dawî nexweşxane li taxa El-Mûhafeza mabû, di 3ê vê mehê hate armanc kirin, her yek ji Opozîsyon û rejîma Sûriyê armanckirina wê hev tometbardikin, di encama topbarankirina wê jî 3ê jin hatin kuştin û 17e kesên sivîl birîndarbûn.

Nexweşxane û navendên ku, ne bi temamî wêranbûne:

  • Nexweşxaneya Izaz a jinan ku, xizmeta 157 welatiyên Izazê dikir.
  • Enedan naxweşxaneyeka xêrxwazîbû, di 27ê çileya pêşîn ya sala 2016an hate jinavbirin, tê de 10 kesan canê xwe ji dest dan.
  • Hirêtan, ew navenda pizîşkî bakurê Helebê dikeve sala borî ji aliyê rejîma Sûriyê ve hate tobaran kirin.
  • Nexweşxaneya zarokan

Hejmarek ji wan nexwşxaneya di dema agirbetsê de hatibûne armanckirin.

Agirbesta li Sûriyê di 27ê Şûbata borî de,hate ragehandin, 100 grûpên opozîsyonê bi wê agirbestê pêbend bûn.

Di 4ê vê mehê agirbest bajarê Helebê jî li xwe girt û heta niha berdewame.