li Enqerê li ser mûzîka bi dengê jinan simînarek

Di panelê de amaje bi wê yekê hate kirin ku, jin ji bo ku di nava têkoşînekê de sax bimînin pêwîst e eniyek şer ya 2emîn vekin
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/16f75309-7cde-4583-a0d5-a00839bfea5f/DengeJinenLiRojhilataNavin.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Di erdnîgariya Rojhilata Navîn de şer û pevçûn di her gava jiyanê de ye û jin jî beşdarî têkoşînê dibin. Gelo ev jinên ku, di nava wan şer û pevçûnande yan jî di şer de cih digrin, bi çi rengî hêzê didin tevgerên xwe û bi dengê xwe çawa têkoşîn û berxwedana xwe  didin nişandan?

Li ser bandora dengê jinan ya ku li ser şer û pevçûnan de  bi navê " Dengê Jinên Li Rojhilata Navîn " bi hevkarîya Komaleya Uçan Supurgeyê û Festîvala Fîlmên Karkeran  li paytexta Tirkiyê Enqerê panelek hate li darxistin. Di panelêde bi taybetî li ser mijara muzîka bi dengê jinan tê gotin ya ku li ser têkoşîn û şerê li Rojhilata Navîn bandorek mezin dike hate axaftin.

Rojhilata Navîn erdnîgariyek gelekî mezine û li vê cerdnîgariyê hem şerên mezin pêk tên hem jî çanda jiyaneke hevkar heye. Li vê erdnîgariyê mûzîk her gav ji bo têkoşînên civakî roleke pêşengiyê hildigre li ser xwe. Ev yek wek salên berê niha jî xwedî bandoreke mezin e.

Akademisyen Evrîm Hîkmet Ogût wiha ji K24ê re got:

"Gotinên hevalake min ku beriya demeke nêzîk ji Rojavayê hate Stenbolê dibe mînaka vê yekê ku muzîka dengbêjan çawa dibe parçeyeke têkoşînê. Ji bo vê yekê em dikarin bibêjin ku muzîk him têkoşîna civakî hildigire him diyar dike loma muzîkê din ava jiyanê de roleke gelek giring heye

Di Rojhilata Navîn de jinên ku li Tirkiyê û bajarên Bakurê Kurdistanê dijîn jî di kolanan de  bi dengê  xwe têkoşîna xwe ya jiyanê û ya serkeftinê pêşve dibin. Di her warê hûnerê de fikrên xwe yên cûda derdixin holê. 

Akademisyen Selen Dogan wiha ji K24ê re axifî"Muzîk jî beşeke hunerê ye. Wekî hemû hûneran wî jî rolek mezin din ava têkoşînê de heye ji ber ku jin hemû tiştên ku dijîn bi alîkariya muzîkê dikin çîronk. Yan bi hûnerên din; eger filmêkê jî çêbikin bi hestên xwe çêdikin herwisa resmekê jî."

Di panelê de amaje bi wê yekê hate kirin ku, jin ji bo ku di nava têkoşînekê de sax bimînin pêwîst e eniyek şer ya 2emîn vekin. Ev yek jî encax bi rêya muzîkê çêdibe. Herwiha jin, ew têkoşîna ku, li ser erdnîgeriya wan berdewam dike bi rêya muzîkê radixin ber bi çavên hemû cîhanê.