Li Hesekê ji sedema bikaranîna dermanekî 4 kes bûn qurban

Encamdana vê bûyerê hêla ku, pizîşkan welatî agehdar kirin ku, beriya bikaranîna her dermanekê lêkolînê li ser bikin.

K24-Qamişlo 

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi sedema bikaranîna dermanê "Roz –Sîf" ku li Tirkiyê hatiye çêkirin, 4 kesan canê xwe jidest dan ji nava wa du zarokan bûn û 12 kesên din jî hestewerî bûn.

Derbarê vê mijarê de, peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo ku, 14e zarok li bajarê Hesekê piştî bikaranîna dermanê"Roz –Sîf" hestewerî bûn, 4 kesan canê xwe jidest dan ji wan 2 zarokan bûn.

Peyamnên K24ê da zanîn ku, ew derman li kargehên Tirkiyê hatine çêkirin û bi qaçaxî derbasî Rojavayê Kurdistanê kirine.

Encamdana vê bûyerê hêla ku, pizîşkan welatî agehdar kirin ku, beriya bikaranîna her dermanekê lêkolînê li ser bikin.