Wezîr ê bervanî ya Hingarîyayê; Me divêt di astek a bala de harîkarî ya hêz a Pêşmerge bikin
K24- Hewlêr
Niha berî demekê wezîr ê berevanî ya Hingarîyayê bi rê ya firokexane ya nêvdewletî ya Hewlêrê Gehişte Herêm a Kurdistanê.
Istîvan Sîmîçêsko, wezîr ê berevanî ya Hengarîyayê niha berî demekî gehişte Hewlêr a paytext a Herêm a Kurdistanê û ji alîyl berpirs ên Herêmê hat pêşwazaîkirin. Dûv re jî kongireyek a rojnamevanî encamda.
Di kongire ya rojnamevanî de armanc a hatin a xwe bo Kurdistanê aşker a kir û got: Me divêt di astek a bala de harîkarî ya hêz a Pêşmerge bikin.
Herweha got: Em dê berdewam bibîn li ser piştîvanîkirin a hêz a Pêşmerge li şerr ê dijî Daişê û Em dê hijmar a rahêner ên serbazî yên Hengarî ya bo meşqdan a hêz a pêşmerge zêde bikin .
Istîvan Sîmîçêsko, di pişkek a dî ya wê kongire ya rojanemevanî de got: Em Madene li Hengarîya meşq û rahênan bi hêz a Pêşmerge bikin û Em harîkarî ya tenduristî dê bigehînin hêz a Pêşemerge.
Aramnca serdan wezîr ê berevanî ya Higarîyayê gêneşekirine li ser şerr ê dijî Daişê li gel berpirs ên abal yên Herêm a Kurdistanê.
150 rawêjkar ên Hingarîyayê li Herêmê hene û meşq û rahînan bi Hêz a Pêşmerge dikin û bi 275 ten çek harîkarî ya hêz ên Pêşmerge yên Herêm a Kurdistanê kirîye û di Hevpeyamnî ya nêvdewletî de ye li dijî Daşê.