Li Mêrdînê êrişek bombeyî de 5 leşker birîndar bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Mîdyada Mêrdînê, êrişek bombeyî hemberî otombêla leşkerî pêk hat, di encamê de 5 leşker birîndar bûn.
Îro, di demjimêrên nîvroyê de, li ser rêya Mîdyad û Hezexê, bombeya ku berê di rê de hatibû bicihkirin, di dema derbasbûna otombêleke zirxpoş de hat teqandin.
Li gorî agahiyên destpêkê, 5 leşkerên ku di otombêlê de bûn birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan veguhestin nexweşxaneyên Mîdyadê.
Hat ragehandin, piştî êrişê, artêşa Tirk li herêmê dest bi operasyonê kir.