Li Tirkiyê bo destûra nû modelên cuda tê nîqaşkirin

Li Tirkiyê demeke dirêj e mijara destûra nû tê nîqaşkirin. Ne bi tenê siyasetmedar civat jî daxwaza destûreke nû dikin. Daxwaza hevpar ew e, ku makezagona nû li ser hemwelatitiyeke hevpar were avakirin û rêz li mafên mirovan were girtin.

K24 – Enqere

Li Tirkiyê demeke dirêj e mijara destûra nû tê nîqaşkirin. Ne bi tenê siyasetmedar civat jî daxwaza destûreke nû dikin. Daxwaza hevpar ew e, ku makezagona nû li ser hemwelatitiyeke hevpar were avakirin û rêz li mafên mirovan were girtin.

Li nav raya giştî ya Tirkiyê ji ber destûra ku niha di rewacê de ye ne bi dilê civatê ye daxwaza guhertina destûrê tê kirin. Berê di demên cuda de hinek xalên destûrê hatine guhertin. Herî dawî di hevdîtinên li nav siyasetmedaran de 26 xal hatin guhertin.

Hiqûqnas Derya Bayir amaje kir ku dema destûreke were çêkirin, tiştê herî girîng daxwaza gel e. Ji bo destûreke mayînde divê di civatê de digel komên olî, siyasî her wekî saziyên din bên şêwirandin.

Bayir ji K24ê re got: “Di serî de kêmneteweyan bên parastin û mafên mirovan bên dayîn, li gor vê yekê ev destûr bê nivîsandin. Çimkî em dizanin ku li welatê me parastina mafên kêmneteweyen nîn e.”

Gazindê herî mezin ew e, ku destûra îroyîn ji aliyê fermandarên heyama sala 1980'an hatiye çêkirin, destûreke ne dadî û ne demokratîk e.

Akademîsyen Elçîn Aktoprak ragihand, ku ji bo aştiyeke mayînde di makezagona nû de dewsa yeknîjadiyê qala hemwelatitiyeke hevpar were kirin.  Aktoprak ji K24ê re diyar kir û got: “Mafên kêmneteweyan, mafên çandî û mirovî bi awayekê mayînde di makezagonê de cih bigirin, makezagona nû li gor yeknîjadiyê neyê çêkirin da ku hemû kes tê de xwe bibînin. Bi ya min ji bo destûrê modela Fransayê bo Tirkiyê nêzîktirin model e.”

Ji bo guhertina destûrê, qala gelek modelên li welatên biyanî tên kirin. Pilraniya caran modelên li Îspanya û Fransayê wek mînak tê nîşandan. Niha mijara destûrê ji aliyê hikûmetê ve di ser cibicianîna sîstema serokatiyê re tê behskirin. Lê belê aliyên opozîsyonê bêyî sîstema serokatiyê daxwaza destûreke nû dikin.