17e welat dostên Sûriyê di 17ê vê mehê de dicivin

Di 4ê vê mehê de, her yek ji Rûsya û Amerîka li ser agirbesteke demikî li bajarê Helebê û Parêzgeha Laziqyê lihev kiribûn, heta niha ew agirbest didome.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ragehand ku, grûpa navdewletî ya dostên Sûriyê ku ji 17e welatan pê tê di 17ê vê mehê de li Ispanyayê bivine.

Derbarê civîna grûpa dostên Sûriyê yên ku, piştgiriya wî welatî dikin Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di civîna xwe ya li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov di kongireyekî rojnamevanî de tekez kir ku, ew dê kar bikin daku, agirbest berdewam bibe û şer li Sûriyê were rawestandin.

Kerry da zanîn ku, grûpa dostên Sûriyê dê 17e yê vê mehê de li Viyena bi awayeke fermî bicivin. Aşkere kir ku, di civînê de wê danûstandin li ser hemû babetên kirîza Sûriyê were krin.

Di 4ê vê mehê de, her yek ji Rûsya û Amerîka li ser agirbesteke demikî li bajarê Helebê û Parêzgeha Laziqyê lihev kiribûn, heta niha ew agirbest didome.