Emeîka: Daiş hêj çavk ê gefê ye bo Îraqîyan

Balyûzxane ya Emerîkayê li Îraqê ragehand: Teqîn xwînîn ên duhî ku çend dever ên Bexdayê vegirtî,belgene ku hêj Daiş çavk ê gefê ne bo Îraqîyan.

K24- Hewlêr

Balyûzxane ya Emerîkayê li Îraqê ragehand: Teqîn xwînîn ên duhî ku çend dever ên Bexdayê vegirtî,belgene ku hêj Daiş çavk ê gefê ne bo Îraqîyan.

Ev di demekê de heye ku evero û duhî çend teqînan dever ên Ebûxirêb, Sedir, Kadimîye û şeqam a Rebîan kirin aramanc û bi dehan kujtî û birîndaran jê çû bûn. Hevdem rêkxistî ya Daişê jî berpirsînî ya xwe ji encamdan a teqîn ên duhî ragehand.

Balyûzxane ya Emerîkayê, li Bexdayê di ragehandinekê de, got: Bi tundtirîn şêwe hêriş ên tîroristî yên hovane yên duhî şermezar dikin  ku bûne eger a kujtin a dehan kes û birîndarbûn a bi sedan kes ên din.

Balyûzxane ya Emerîka li Bexdayê got jî: Ev pêl a hêriş ên evê dawîyê yê Daişê bi bîr a me dihîne ku hêj çavk gefê ye bo hemû Îraqîyan, lew pêdivîye, serkirde yên Îraqê bi hemû alîyan ve  bi hev re kar bikin bo çareserkirin a nakokîyan bi lez daku ev pêşçûn berdewam bibe ew a li dijî Daişê bi dest ve hatîye.

Hevdem hêz ên Heşd a hoz ên Sûnne li parêzgeh a Enabrê, li rojava ya Îraqê ragehandin ku hêz ên hevpişk ên Îraqê, evro Pêncşembîyê hêrişek a Daişê bo ser deverek bakûr a bajar ê Rûmadî têkşikandine ku xwekuj ên Daişê bi sê otombîl ên bombrêjkirî encam dan.