Dîdara Kurd û Ereb li Hewlêrê birêve çû

Di demekê de ku gelek caran nakokiyên siyasî di navbera hin serkirdeyên Kurd û Ereban de derdikevin holê, hin kesayetên siyasî jî dixwezin ev tişt nebe sedema jihevdûrxistina herdu netewan.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8005f751-eae6-4507-8d0c-5dd809aba55b/pirsgireka%20kurd%20u%20Ereban.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Di demekê de ku gelek caran nakokiyên siyasî di navbera hin serkirdeyên Kurd û Ereban de derdikevin holê, hin kesayetên siyasî jî dixwezin ev tişt nebe sedema jihevdûrxistina herdu netewan.

Di bin navê Komeleya Dostaniya Kurd û Ereban de, hejmarek ji siyastemedar, şîrovekar û rewşenbîrên Ereb û Kurd civînek li bingeha Kawa li Hewlêra paytext birêve birin, tê de mafê Kurd li Sûriye û Iraqê herwiha peymana Sykes - Picotê hat şîrovekirin.

Balyozê Filstînê li Herêma Kurdistanê Nezmî Hizorî jî beşdarî civînê bû û diyar kir, ku ew di wê baweriyê de ye Kurdistan roj bi roj ber bi serxwebûnê ve diçe.

Hizorî ji K24ê re got jî: “Hêviya her Kurdekî ye, di Kurdistaneke serbixwe de bijî, Herêma Kurdistanê di vê dema dawiyê de taybetmendiyeke wê çê bû, ku sirûd, al û parlemento û hikûmeta xwe wê heye, ev jî hemû bi ked û zîrekbûna Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî hatiye avakirin, lê pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi xalên erênî û bi zanistî tevbigere bo ji qonaxa herêmê bibe serbixweyî, divê jî civaka navdewletî pê re alîkar be.”

Ji aliyekî din li ser nakokiyên Perlementoya Iraqê, Bîrmendê siyasî  Ebdihisên Şeban ji K24ê re axivî û got: “Pêwîst e firaksyonên Kurd diçin Parlementoya Iraqê ji ber ku mafên ji ber berjewendî û mafên Kurdan li wir e, di heman demê Parlementerên Iraqê nikare bê Kurdan birêve here.”

Di demekê de, hin serkirdeyên siyasî yên Ereb li dijî referandûma Kurdistanê ne, eger e kesên siyasî wek şîrovekar û bîrmendên Ereb piştevaniya Kurdan bikin. Wê demê diyalog û danûstandin di navbera herdu pêkhatan de berve hev dibin û mafê Kurd tê parastin.