Grûpên îslamî Efrînê wek herêmeke leşkerî radigihînin

Grûpên îslamî gefê bajarê Efrînê wek herêmeke leşkerî radigihînin û gefê li PYDê dixwin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên îslamî gefê bajarê Efrînê wek herêmeke leşkerî radigihînin û gefê li PYDê dixwin.

Ketîbeya 13 ya ku ji Ceyş el-Sune veqitiya ye, di daxuyaniyekê de gefê li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dixwe û daxwaza radestkirina barhilgir û ajokarê ku termên çekdarên Ceyş el-Sune lê bûne, dike.

Roja 28 Nîsanê, di encama şer û pevçûnên li bakurê Helebê di navbera YPG û Ceyş el-Sune de, 83 çekdar ji grûpên îslamî hatin kuştin, 66 term ji nava wan ketin destê YPGê. YPGê jî termên kuştiyên grûpên îslamî li barhilgirekê kirin û li kolanên Efrînê re gerandin.

Herwiha di daxuyaniya Ketîbeya 13 de hatiye, ku ew Bajarê Efrînê wek herêmeke leşkerî radigihînin, heger di 24 demjimêran de, ew barhilgir û ajokarê wê radestî wê ketîbeyê nebe.

Herwiha îro danê nîvro, grûpên îslamî gundê Baflûnê ya ser bi Efrînê ve topbaran kir, lê li gor çalakvanan ji K24ê xuya kirin, ku ti ziyanên canî nebûn.