Zaxarova: Me divê Îraq bibe welatek ku bişê hevsengîyê biragire

Marîya Zaxarova, gotebêj a wezret a derve ya Rûsyayê, di kongireyek a rojanmevanî de li Moskoyê, nerîngeh a welat ê xwe bo tengije û arîşe yên Îraqê xuya kir.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9f736a4e-f818-43cb-a145-cc1e06af093d/zaxarova%20k24.ism/manifest

K24- Mosko

Marîya Zaxarova, gotebêj a wezret a derve ya Rûsyayê, di kongireyek a rojanmevanî de li Moskoyê, nerîngeh a welat ê xwe bo tengije û arîşe yên Îraqê xuya kir.

Marîya Zaxarov a di kongireyek a rojnamevanî de, li bersiv a pirsyarek a Kurdistan24, got: Helwêst a me li ser tengije ya Îraqê di form a wê ya nêvdewletî de dû pîvank heye, yekem: pêdivîye reh û rîçal ên kevanr ên evê tengijeyê bihê şenoke kirin û bihê çarekirin.

Herweha got: Em têdigihêjîn ku destwerdan a serbazî bo hindûr ê ewî welatî û hewldan bo duristkirin a hikumetê bi piştîvanî ya hêzê ji derveyê Îraqê, bê guhdane vavêr û taybetmendî yên wî welatî, bi temamî ne jîrane û ne hişyarane ye û di encam de , karesat û arîşe jê çêbûn.

Zaxarova li dirêje ya axivtin ên xwe, got, Ya dûyem: Kawdan ên nihayîne, hun dizanin ku em li gel Îraqê li peywendîyê dayene, di çend bwar ên cuda de, li seer ast a: Dîplomatîk, teknîkî serbazî, abûrî û hd,  em li miştûmirr û damûstandinan dayîne li gel berpirs ên ewî welatî. Di berjewendî ya me  de heye, Îraq akincî be, pêş bikeve, bibe welatek serbixwe û dûr ji destwerdan a derekî.

Herweha got: Em dixwazîn Îraq bibe welatek  ku bikare hevsengî ya pirose yên cudacuda yên hindûrî biragire. Hevahengî ya me ya girêdayî bi vê mijarê ve jî, dibe bo çend teweran bihê pişkkirin. Yekem: Em piştîvanî ya evê hikumetê dê bikîn, di ast ên cuda de me peywendî yên dostane hene, Harîkarîn li ceng ê dijî tîrorê, hevahengîn bo hêwirkirin a rewşê li deverê bi giştî. Ew a min behskirî dibe wek têgehiştin a me li ser kawdanan û helwîst a me bihê danan di vê barê de.