Mûşekeke artêşa Tirkiyê li Qamişlo ket û Keçek kuşt

Li bajarê Qamişlo 3 mûşekên artêşaTirkiyê ketin, di encamê de xwendekarekê canê xwe jidest da û 2 birayên wê birîndar bûn.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c9e2117f-9fb8-4937-982f-f4e064ecb187/hebar.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo 3 mûşekên artêşaTirkiyê ketin, di encamê de xwendekarekê canê xwe jidest da û 2 birayên wê birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, duh jî 2 mûşekên artêşa Tirkiyê li nava bajarê Qamişlo (Dezgeha Kehrebê û taxa Xanika) ketin. Îro danê êvarê jî 3 mûçek li nava Qamişlo ketin, ku yek ji wan li taxa Kornîş li malekê ket.

Peyamêrê K24ê diyar kir, ku di encamê de xwendekareke zanîngehê bi navê Fida Elî canê xwe jidest da û 2 birayên wê Eyhem û Quteyba birîndar bûn, niha jî li nexweşxaneya Selam in.

Peyamnêrê K24ê amaje bi hejmara qurbaniyên ku di encama ketina mûşekên Artêşa Tirkiyê yên li Qamişlo dikevin kir, ku heta niha 3 kesan çanên xwe jidest dane, yek ji nava wan zarok e, herwiha 12 kesên din jî birîndar bûne.

Peymnêrê K24ê diyar kir, ku li Qamişlo kampînek bi navê “Na ji bêdengiyê re” ku rojane li ser sînorê Tirkiyê çavdêriya destêwerdana artêşa Tirkiyê tomar dike.

Peyamnêrê K24ê da zanîn jî, ku cotkarên Rojavayê Kurdistanê yên zeviyên wan li nêzîkî sînor nikarin kar di nava zeviyên xwe de bikin, ji ber ku guleyên artêşa Tirkiyê bi ser wan tên.

Peymanêrê K24ê aşkere kir, ku duh gava tîma K24ê nêzîkî sînorê Tirkiyê bûbû, bi guleyeke “Doşka” hate armanckirin.