Li Mêrdînê têkoşîna aşvanan ji bo nan

Herwiha welatî êdî nikarin wek berê genimê xwe bibin aşan. Aşvan bi otombîlên xwe gund bi gund, kolan bi kolan digerin genimên welatiyan berhev dikin
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/836b6f3a-a295-4747-ac72-421098df50e0/LiMerdineTekosinaYaJiBoNan-Ankara.ism/manifest

 

K24-Mêrdîn

Aşên ard yên ku yek  ji wan kelepora kurdan a qedîm e, li bajarokê Qosera ser bi Mêrdînê bi salan e ji bo derxistina nanê welatiyan dixebitin. Lêbelê ji ber teknolojiya  nûjen, niha ev aş li ber nemanê ne.

Aşên ku, bi salan ji bo welatiyan diğerin, raboriyeke wan a mezin û dirêj heye. Serê pêşî aşên bayî piştî wan aşên ku, bi avê digerin û îro jî  bi pêşveçûna teknolojiyê aşên ku, bi motorên karebayêkar dikin, genim tê hêrandin û bi hêrandina genim ard û kalpik tê bidestxistin.

Berê welatiyên ku neçar bûn genimê xwe li ser pişta hespan û bi seyareyên hespan bibin aş, îro gelek derfetên nûjen bi dest wan ketine.Lêbelê ji aliyê din vê jî bi vênûjeniyê ev aşên keleporî yên kurdan li gelek bajarên bakurê Kurdistanê bi nemanê re rûbirû ne. Yek ji wan bajaran jî bajarê Mêrdînê ye.

Derbarê vê mijarê Karker Mehmet Aslan wiha ji K24ê re got:"Bandoreke mezin li karê me kiriye.Karê me niha pir kem bûye,xebata îro û berê ne wek hev e. Yanî gelek hevalên me dest ji kar berdane.Belkî li Qoserê 20 aş hebûn lêbele niha 10 aş nemane û hemû firotine, çûne Sûrî çûne gelek deverên din.Ji ber ku debara xwe nema dikarin bikin. Yanî xwe xelas nake."

Xwediyên aş û karkerên aş jî amaje bi we yekê dikin ku karên wan ne wekî berê ye. Ji ber ku aşên wan bibirrîn û kêm-zêdebûna karebayê zerer dighiyê û ardê ku, tê hêran zêde germ dibe û dişewite û ev yek jî welatiyan mexdûr dike. Ji loma jî welatî berê xwe didin ardê hazir.

Xwediyê aş Ahmet Kertiş wiha dibêje:"Niha me ev aş jî çekiriye lêbelê ne weke berê ye.Berê me bi sirûştî genim dikir arvan û me bi kalpike ve çêdikir û niha jî ji sedî 20 em kalpikê ji nav derdixin. Tu çawa biçî ser doktor ji ber vê kalpikê nexweşiya dil,kolestrol pir bûye. Berê dukarkerên me hebûn lê fêdeya me zêdetir bû.Niha 6-7karkerên me hene; hindek di serwîse de dixebitin,hindek livir in û xwarinên wan , zerara xwe dernaxe."

Herwiha welatî êdî nikarin wek berê genimê xwe bibin aşan. Aşvan bi otombîlên xwe gund bi gund, kolan bi kolan digerin genimên welatiyan berhev dikin û genimên wan dihêrin û dîsa jî aşvan bi otombîlên xwe ardên wan dibin heta ber deriyên wan.