Mekdonya11 hezar û 803 penaber vegerandin Yonanistanê

Li gor Wezareta Navxweyî ya Mekdonyayê 491 penaberên din di kampên bakurê Mekdonya yê de cih digrin.

K24-Navenda Nûçeyan

Mekdonya ji 8ê Adara borî ve û hata niha 11 hezar û 803 penaberên yên ku, bi rêkên neyasayî berê xwe dane Ewrpoayê vegerandine Yonanistanê.

Derbarê vê mijarê Seroka Rêveberiya Pilandananê di Wezareta Navxweyî ya Mekdonyayê de Natalya Sîpîrova di kongireyeke rojnamevanî de wiha got:"Li ser sînorên Yonanistanû Mekdonyayê ji bilî tîmên parastinê polîsên Megdonî jî belav dibin."

Sîpîrova da zanîn ku, Asayîşa Mekdonya 11 hezar û 803 penaberên ne yasayî ji 8ê Adara borî ve li gor rêkeftina di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de vegerandine Yonanistanê.

Li gor Wezareta Navxweyî ya Mekdonyayê 491 penaberên din di kampên bakurê Mekdonya yê de cih digrin.