"Ji Rakirina Parêzbendiyê û Şerê Li Bakurê Kurdistanê re NA" panel

64 saziyên civakî yên medenî li Tirkiyê derbarê rakirina parêzbendiyê de piştevaniya xwe ya bo HDPê ragihandin û deklerasyona HDPê vajo kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ccd3a95d-957c-49c1-afa7-3a3e59028275/PanelaHDPe-.ism/manifest

K24-Enqerê 

HDPê li Enqereya paytextaTirkiyê, binavê "Destê xwe ji ser viyana min û wekîlên min vekişine" , "Ji Serokatiyê, derbeya qesrê û şer re NA!" panelekli dar xist. Parlamenterê HDPê Sirri Sûreyya Onder, Hevserokên bajarê Enqerê û Berdevka Hevseroka HDKê  dipanelê de cihgirtin.

Panel derbarê rakirina parêzbendiyê, şerê li Bakurê Kurdistanê, polîtikayên hîkûmeta AKPê û Serokkomar û girtina Hevserokê Giştîyê DBPê de bû û polîtîkayên AKPê wekî nijadk jiya siyasî hat nirxandin û beşdarên panelê di dawiyê de gotin: "An serhildan, an serhildan an serhildan. "

Parlamenterê HDPê yê Enqerê Sirri Sûreyya Onder bal kişand ser şerê li bakurê Kurdistanê û rakirina parezbendiyê.

Palameterê HDPê Sirri Sûreyya Onder wiha got:"Em behsawelatekîxwedîkomarekedemokratîk dikin û di vî welatê xwedî komareke demokratîk de welatiyên li ser kaxizê nabin.

Îlker Başbûgê Serokê Sererkaniyê yê Berê yêTirkiyê di dema xwe de çi kir, ev hikûmet jî wisa dike. Pergala ku, niha li Tirkiyê tê meşandin, komara demokratîk nîn e.Herwiha di nava wekîlan de hiyerarşî tune ye. Bi rakirina parêzbendiyê re ew dibêje; di navbera min û te de cudahî heye û dixwaze bi polîtîkayên xwe yên kujer re viyan û serhildana gel bikuje."

HDP, HDK û DBPê bihev re binavê "Destên Xwe Ji Ser Wekîlên Min Vekişîne" û Jİ Rakirina Parêzbendiyê NA!" di 5 Gulanê de deklerasyonek ragihand û ev deklerasyon di wê panelê de carek din hat xwendin.

Bîrsen Kaya- Hevseroka HDPê wiha axifî : "Em jî wekî xebatkarên li bajarê Enqerê li dijî rakirina parêzbendiyê dixebitin. Em wekî HDPê di têkoşîna astengkirina darbeya qesrê û pergala take mirovî de hem ji aliyê muxalefetê ve û hem jî ji aliyê siyaseta parlamentoyê ve em baştirîn partî ne. Herî dawî girtina Kamuran Yuksek, nîşane ya dawiya siyaseta nijadkujiyê ye."

Herwiha 64 saziyên civakî yên medenî li Tirkiyê derbarê rakirina parêzbendiyê de piştevaniya xwe ya bo HDPê ragihandin û deklerasyona HDPê vajo kirin. Ji aliyê din vê şaxên  din ên HDPê, HDKê û DBPê li bajarên xwe ji bo xebata xwe ya "Ji Rakirina Parêzbendiyê Re û Ji Şerê Li Bakurê Kurdistanê re NA! û Azadkirina Kamuran Yuksek" berdewam dikin û têçaverêkirin ku, rojên lipêşiya me li bajarên din jî panelên bi vî rengî bên li dar xistin.