HDP û DBPê li Diyarbekirê çalakiyeke protestoyî pêk anîn

Li Diyarbekirê nûner û endamên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP)’ê, Partiya Herêman ya Demokratîk (DBP)’ê û Kongreya Jinên Azad (KJA)’yê bi daxwiyaniyeke rojnamegerî, daxwaza rakirina parêzbendiyên parlementerên HDP’ê, zindanîkirina Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek û endamên wan û operasyonên leşkerî protesto kirin. Di daxwiyaniya li ser navê girseyê de hate belavkirin de hate gotin ku hikûmeta AK Partiyê bi operasyonên leşkerî pêvajoya çareseriyê têk dibe.

K24 – Diyarbekir

Li navçeya Yenîşehîrê, îro li ber derê AZC Plazayê, hejmarek siyasetmedarên HDP’ê, DBP’ê û KJA’yê kom bûn û rûdanên li hemberî partî û rêxistinên xwe şermezar kirin. Li ser navê girseyê Rêvebirê Bajêr yê Diyarbekirê yê HDP’ê Nesîb Gultekîn daxwiyanî xwend û got; “Di nava rastiya şerê bi salan  de hikûmet naxwaze bi rêyên demokratîk vê meseleyê çareser bike û hergav bi hin sebeban pêvajoya agirbestê sabote dike.” Gultekîn, ragihand ku gel dixwaze xwe bi xwe birêve bibe, lêbelê li hemberî vê daxwaza demokratîk dewlet bersivên antîdemokratîk dide.”

Di dawiya axaftina xwe de Gultekîn wiha got: “Pêvajoya şoreşa li Rojava dibe mizgîniya ku dê îsal bibe sala azadiya Kurdan. Bidestxistina statuya siyasî ya Kurdan dewleta Tirkiyê aciz dike.”

Piştî daxwiyaniya çepemeniyê girse 5 xûlekan rûniştin û dûv re belav bû. Hejmareke zêde ya polîsan jî li derdora cihê çalakiyê tedbîrên ewlekariyê standin.