Bo DAIŞ û PKKê Erdogan Ewropayê rexneyan dike

Serokomarê Tirkiyê radigihîne, helwestên Ewropayê derbarê DAIŞ'ê û PKK'ê cuda ne.

K24 – Navenda Nûçeyan   

Serokomarê Tirkiyê radigihîne,  helwestên Ewropayê derbarê DAIŞ'ê û PKK'ê cuda ne.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan beşdarî bernameya Federasyona Komeleyên Xwendekaran ya Navneteweyî bû. Erdogan got, helwestên Ewropayê derbarê DAIŞ'ê û PKK'ê cuda ne.

Erdogan di axaftina xwe de got: "We paytextên xwe bo terorîstan vekirine. Terorîst li paytextên we kon vedidin. Çi pêwenidya vê bi azadiyê re heye. Qasê ku hûn mafê terorîstan diparêzin ewqas mafê qurbaniyan napêzin. Nerazîbûnên ku bo çalakiyên DAIŞ'ê hûn nîşan didin, çima bo çalakiyên PKK û YPG'ê nîşan nadin. Madem hûn li dijî bidarvekirina siyasî ne, çima dijî bidarvekirina Rahman Nîzamê Bangledeşê derneketin. Ev durûtî ye.”

Herwiha Erdogan dewam kir: “Dema em van tiştan dibêjin, kêfa beyefendiyan direve û Tayîb Erdogan dibe dîktator. Duh li Rûandayê tiştek nekirin, îro jî li Sûriyê, Yemen û Lîbyayê tiştekî nakin. Yên beyanameya mafên mirovan nivîsandine niha bi xwe binpê dikin. Yên bo Afrîqa, Asya û Rojhilata Navîn raportên demokrasî û azadiyê amade dikin, li rewşa xwe ya binketî nanêrin.”