Li Stenbolê teqîn: 3ê birîndar hene

Berî sê rojan jî dîsa li bajarê Stenbolê navçeya Sancaktepeyê dema otombîleke leşkeran derbas dibû teqînek rûdabû, di encam de 5 leşker û 3 sivîl birîndar bûbûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyeyê bajarê Stenbolê teqînek rûda û 3 kes birîndar bûn.

Duh, dernegê şevê li bajarê Stenbolê navçeya Maltepeyê bombeya ku, bin pirekê hatibû danîn bi dengekî mezin teqiya.

 Li gor ewlehiya Tirkiyê di encama wê teqînê de 3 kesên bi navên Saît Gorgulu, Bahadir Yilmaz û Cengîz Yazgan birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyê hatin vegûhestin.

Piştî teqînê hejmarek zêde polîs li cihê bûyerê hatin vegûhestin dest bi lêkolînan kirin. Rê çende seetan ji hatûçoyê re hate girtin.

Berî sê rojan jî dîsa li bajarê Stenbolê navçeya Sancaktepeyê dema otombîleke leşkeran derbas dibû teqînek rûdabû, di encam de 5 leşker û 3 sivîl birîndar bûbûn.