Li Nisêbînê 2 leşker hatin kuştin 4 jî birîndar bûn

Li Nisêbîna Mêrdînê di pevçûna navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê de 2 serbaz hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Nisêbîna Mêrdînê di pevçûna navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê de 2 serbaz hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

Li navçeya Nisêbînê şer û pevçûnên dijwar rû didin. îro li taxa Yenîşehîrê pevçûnên ku beriya nîvroyê destpêkirin, heta şevê berdewam kirin.

Hat ragehandin, ber êvarê endamên Yekîneya Parastina Sivîl (YPS) bi roketan êriş li komek serbazan kir û li gorî agahiyên destpêkê, 2 efseran canê xwe ji dest da û 4 leşker jî birîndar bûn.

Li Nisêbînê, di 14'ê Adarê de qedexeya derketina derve hat ragehandin û  ji du mehan zêdetir e ku operasyon bê navber berdewam dikin.

Serokomarê Receb Tayîb Erdogan, li ser zêdebûna windayên Artêşa Tirk, ferman dabû ku avahiyên Nisêbînê ji dûr ve bên bombebarankirin.