Gelo Erdogan diçe ber dadgehê?

Tevî 50 hezar îmzeyan, dê dosyayên derbarê Cizîr û Sûrê jî radestê Dîwana Dadê bên kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Bo dadgehkirina Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, 50 hezar îmze hatin komkirin û dê radestê Dadgeha Cezaya Navneteweyî bên kirin.

Erdogan, di asta navnetewî de tê tawanbarkirin ku, artêşa Tirk, li bakurê Kurdistanê dijî sivîlan komkujiyan dike û her wiha li Sûriyê piştevaniya rêxistinên terorîst dike.

Ev 5 meh in, kampanyaya komkirina îmzeyan berdewam dike. Noam Çomsky û Norman Pêç jî di nav de, îmzeyên ku hatinê komkirin, 21ê Gulanê bi mîtîngek li Cînêvê dê radestê Dîwana Dadê ya Navneteweyî bên kirin.

Hat ragehandin, gelek nivîskar û siyasetmedarên navdar, ji cîhan û bakurê Kurdistanê dê beşdarî mîtîngê bibin.

Tevî 50 hezar îmzeyan, dê dosyayên derbarê Cizîr û Sûrê jî radestê Dîwana Dadê bên kirin.