Demîrtaş: Eger ez hatim girtin Erdogan dê poşman bibe

Di nav wan parlamenterên HDPê yên ku daxwaza rakirina parêzbendiya wan tê kirin, hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag, parlamenterên Enqerê Sirri Sureya Onder, parlamentera Colemêrgê Selma Irmak û parlamenterê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu jî hene.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Selahedîn Demîrtaş ragehand ku, eger Serokomarê Tirkiyê Receb Taybe Erdogan wî bide girtin, ew dê bi girtina wî poşman bibe.

Derbarê ragirina parêzbendiyê ku, îro biryar li ser tê standin, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Selahedîn Demîrtaş ji rojnameya înglîzî ya Guardian re wiha got:  "Di girtîgehê de bandora min wê zêdetir bibe , lewma jî Erdogan, ji bu ku min ji girtîgehê derxîne, dê her tiştî bike!"

Hevserokê HDPê diyar kir ku, dema rê li ber çareseriyên  siyasî bên girtin, gelê kurd dê li rêkên din bigere.Aşkere kir ku, eger parlamenterên HDPê bên girtin êdî ti kes baweriya xwe bi demokrasî û siyasetê nake.