Nisêbîn: Leşkerekî Tirk hat kuştin 5 leşker jî birîndar bûn

Di operasyonên Nisîbîna Mêrdînê de efserekî artêşa Tirk hat kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di operasyonên Nisîbîna Mêrdînê de efserekî artêşa Tirk hat kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Ev çend roj in pevçûnên Nisêbînê bi awayek dijwar derbas dibin û roj nîne ku behsê kuştû û birîndaran û topbaranê neyê kirin.

Di operasyonên îro de jî pevçûn derketin. Li gorî agahiyên destpêkê, li Taxa Yenîşehîrê efserekî artêşa tirk di encamê êrişa nîşanderbê de canê xwe ji dest da.

Di êrişeke din ya heman taxê de, 5 leşkerên artêşa di encamê teqandina bombeya ku berê hatibû bicihkirin de birîndar bûn.

Parêzgarê Mêrdînê derbarê encamên şer û pevçûnên navçeya Nisêbînê yên ji 14 Adarê heta 18'ê Gulanê de da xuyakirin, 385 endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û  62 endamên hêzên ewlekariya Tirkiyê canê xwe ji dest dane.

Li gorî ragehandinên Yekîneyên Parastina sivîl, li Nisêbînê bi sedan endamên Hêzên ewlekariya Tirkiyê hatine kuştin lê her du agahî jî ji hêla çavkaniyên serbixwe ve nayên piştrast kirin.