Hemûyan li Hewlêrê daxwaza referandûmê kirin

Bi boneya derbasbûna sedsalî bi ser peymana Sykes – Picotê re, welatiyên her çar perçeyên Kurdistanê bi ser kolan û meydanên Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê de herikîn û kernevaleke piştgîriyê bo rapirsîn, referendum û serxwebûna Başûrê Kurdistanê Kurdistanê birêve birin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/df7d59d0-fed6-4496-8a34-129cb4352613/refrandom.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Bi boneya derbasbûna sedsalî bi ser peymana Sykes – Picotê re, welatiyên her çar perçeyên Kurdistanê bi ser kolan û meydanên Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê de herikîn û kernevaleke piştgîriyê bo rapirsîn, referendum û serxwebûna Başûrê Kurdistanê  Kurdistanê birêve birin.

Bi diruşma “Bay Bay Sykes – Picot” xort û ciwanên, zarok, jin û kalemêrên her çar perçeyên Kurdistanê herikîn kolan û meydanên Hewlêrê û tenê yek daxwazên wan hebû, ew jî encamdana referandûmê bû.

Kernevaleke rengereng bû, xelk, berpirs û kesayetên siyasî diruşmên “Serxwebûnê” digotin, herwiha siloganên “Pêşmergeyan bi xwîna xwe Sykes – Picot hilweşandiye”

Bi hezaran xort, ciwan, jin, zarok û kalemêr yên her çar perçeyên Kurdistanê tenê peyamek û bi yek dengî digotin “Belê, belê bo referendûm”