Dêrikî: Pêşmerge rûmet û xaka Kurdistanê diparêzin

Endamê Fermandariya Leşkerê Roj bersiva Serokê Desteya Cîbicîkar ê TEV-DEMê Aldar Xelîl dide û dibêje: “Armanca me parastina rûmet û xaka Kurdistanê ye. Me zarokên 13, 14 û 15 salî ji malên wan nerevandine. Me di nîvê şevê de kesek ji malê dernexistiye. Me malên ti kesî talan nekiriye. Me destê xwe daneniye ser milkên xelkê. Me ti carî bi navê Pêşmergetiyê zor li siyasetmedarekî nekiriye. Ma em çete ne?”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Fermandariya Leşkerê Roj bersiva Serokê Desteya Cîbicîkar ê TEV-DEMê Aldar Xelîl dide û dibêje: Armanca me parastina rûmet û xaka Kurdistanê ye. Me zarokên 13, 14 û 15 salî ji malên wan nerevandine. Me di nîvê şevê de kesek ji malê dernexistiye. Me malên ti kesî talan nekiriye. Me destê xwe daneniye ser milkên xelkê. Me ti carî bi navê Pêşmergetiyê zor li siyasetmedarekî nekiriye. Ma em çete ne?”

Endamê Fermandariya Leşkerê Roj Şervanî Dêrikî ji K24ê re got: “Em di xwazin ji aliyê gel bê zanîn ka wateya çetetiyê ci ye. Ji roja damezrandina Pêşmergeyên Roj heta îro li ser xaka xwe ne û li kîjan perçeyê be, ji ber Kurdisatan yek e. armanca me parastina rûmet û xaka me ye. Pêşmergeyan di şerê li hember DAIŞê de bi dehan şehîd dan. ”

Dêrikî berdewan kir jî: “Gava Pêşmerge bi vî navî tê binavkirin, divê em zanibin çetetî çi ye, Me zarokên 13, 14 û 15 salî ji malên wan nerevandine. Me di nîvê şevê de kesek ji malê dernexistiye. Me malên ti kesî talan nekiriye. Me destê xwe daneniye ser milkên xelkê. Me ti carî bi navê Pêşmergetiyê zor li siyasetmedarekî nekiriye. Me tenê xaka Kurdistanê parastiye. Em xwedî rêbazekî naskirî û diyar in.”

Dêrikî got jî: “Em dixwazin gel bersiva Aldar Xelîl bide, bê kî çete ye û kî ne çete ye. Em van gotinan şermezar dikin, ji ber ji dêvla miletê Kurdistanê bighînin hev û yekîtiyek çê bibe, ji ber ku nexşeya Rojhilata Navîn tê guhartin û hêzên navdewletî li benda yekîtiya Kurd in. diyar dibe ku bi çi armancê ev gotin tên kirin. Ev ne yê kesekî siyasetmedar e, ne gotina kesekî pêşengiya miletê Kurd dike ye.”

Serokê Desteya Cîbicîkar ê TEV-DEMê Aldar Xelîl, îro di daxuyaniyeke taybet de derbarê Pêşmergeyên Rojava de bo K24ê ragihand û got: “Jixwe ez nabêjim Pêşmergeyên Rojava, heyf ku navê wan pêşmergetiyê lê tê kirin, ew çeteyên Rojava ne. ew çete jî nabe derbasî Rojava bibin, derbasbûna wan dê bibe sedemên şer.”    

Derbarê girtina dergeha Sêmalka de, Dêrikî got: “Ew pirseke siyasî ye, ti bersivê jê wê re nadin. Rojavayê Kurdistanê di bin desthilatdariya Xweseriya Demokrat de ye, baş e Rojavayê Kurdistanê hate valakirin, heta niha vê desthilatdariyê çi kir. Çima vê rêveberiyê rê li pêş siyasetmedaran digirtin gava dixwastin siyasetên xwe birêve bibin, ma em Karin çi navî li vê yekê bikin.”

Li ser pirsa ku YPG di parastina xaka Rojavayê de gelek şehîd dane û Pêşmergeyên Rojava li derveyî Rojava ne, Dêrikî got: “Rêz û silavên me ji hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re hene, bi taybet ji şervanên YPGê re yên bi dilekî pak xwîna xwe di ber xaka xwe de dane. Em naxwazin kesek li ser çawaniya ku van xwîna xwe dan jî gotûbêjiyê bike. Derbas nebûna me ji ber van gotinên ku îro têne kirin, em derbas nebûn. Em naxwazin birakujî çê bibe. Rêbaza me li dijî vê yekê ye. Heger me jî bi vî awayî axivî bana, dê gelek pirsgirêk çê bibana. Pêşeroja Rojavayê Kurdistanê bi Pêşmergeyên Rojava ve girêdayî ye. ”

Derbarê derbasbûna Pêşmergeyê Rojava bo Rojavayê Kurdistanê û egera rûdana şerê Birakujî, Dêrikî got: “Pirsa şer di sere me de nîn e, ti carî bi vî awayî nefikirîne. Ew ji vê yekê ditirsin, em her amade ne destê xwe têxin destê wan de bo axa Kurdistanê biparêzin, li ser bingeha xizmeta Kurdeyatiyê, ne ku têkeve xizmeta ecindeyên hêzên din.”

Herwiha Dêrikî domand: “Em li benda biryareke siyasî ne, gava desthilatek demokratîk li Rojavayê Kurdistanê were çê kirin, em amade ne di bin xizmeta wê de berevaniya xaka Rojavayê Kurdistanê bikin, lê ne ku her kesek xwe bi rengê xwe ferz bike.”

Dêrikî got jî: “Gava em li Başûrê Kurdistanê dimînin, ji bo yekîtiya gelê Kurd û parastina xaka Kurdistanê dimînin, heger îro Pêşmergeyên Rojava li Başûrê Kurdistanê şerê DAIŞê dikin, ma qey çetetiyê dikin?.”