HDP rakirina parêzbendiyan şermezar kir

Li Stenbolê ji bo şermezarkirina rakirina parêzbendiya parlamenteran çalakî li dar xist

K24-Setenbol

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbolê ji bo şermezarkirina rakirina parêzbendiya parlamenteran çalakî li dar xist. Hevserokê HDPê yê Stenbolê Dogan Erbaş diyar kir ku, bi rakirina parêzbendiya parlamenteran daxwaza şer hatiye kirin.

Rêvebirên HDPê yên Stenbolê, digel nûnerên partiyên siyasî yên çep û şoreşger ji bo nerazîbûna xwe nîşanî biryara rakirina parêzbendiya parlamenteran bidin li qada Galatasarayê li hev civiyan.

Di çalakiyê de hevserokê HDPê Dogan Erbaş rexne li helwesta CHP û MHP ya li ser dengdayîna parêzbendiyê girt. Erbaş got: "Nûnerên opozîsyonê ku, digotin HDP digel AKP bo sîstema serokatiyê li hev kiriye xwe xapandin. Bi piştevaniya MHP û CHP, AKP gihîşt miraza xwe ya sîstema serokatiyê."