HDP bo rakirina qedexeya li ser Şirnexê serdana Dadgehê kir

Li Tirkiyê, mafê welatiyên Tirkiyê heye ku, derbarê kiryarên hiqûqî de serî li Dadgeha Destûrê bidin ku biryarên vê dadgehê bê şîrove tên bicih kirin.

K24-Navenda nûçeyan 

Partiya Demokratîka Gelan (HDP), bi armanca rakirina qedexeya derketina derve ya Şirnexê serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê da.

Parlamentera HDPê ya Şirnexê Aycan Îrmez, di serlêdana xwe ya şexsî de bibîrxist, li 20 navçeyên bakurê Kurdistanê, 65 car qedexeyên derketina derve hatiye ragehandin bal kişand ser rûdanên binpêkirina mafên mirovan.

Îrmez, da zanîn, biryarên qedexeyên derketina derve li dijî yasayên navxweyî û navnetewî û da zanîn li wan navçeyan mîlyonek û 300 hezar mirov sivîl dijîn.

Li Tirkiyê, mafê welatiyên Tirkiyê heye ku, derbarê kiryarên hiqûqî de serî li Dadgeha Destûrê bidin ku biryarên vê dadgehê bê şîrove tên bicihkirin