Amerîka rakirina parêzbendiyan li ser perlementerên Tirkiyê şermezar kir

Duh, li parlementoya Tirkiyeyê yasaya derbarê rakirina parêzbendiyan 138 parlementeran bi 376 dengan hatibû qebûl kirin.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîkayê nerazîbûna xwe derbarê rakirina parêzbendiyan li ser parlamenterên Tirkiyê nîşande.

Derbarê vê mijarê Berdevkê Wezîrê Derva yê Emerîkayê Mark Toner bi daxuyaniyeka nivîskî ragihand ku,  ew nîgeran in, da zanîn ku,  rakirina parêzbendiyan dê rê li ber azadiya axaftinê bigre. Ev yek jî dê demokrasiya Tirkiyê kêm bike.

Duh, li parlementoya Tirkiyeyê yasaya derbarê rakirina parêzbendiyan 138 parlementeran bi 376 dengan hatibû qebûl kirin.